Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 23î Gulana 2024

    23/05/2024 Duración: 08min

    Di bûletena îroj de: Serok Emmanuel Macron li New Kaledonya ye ji bo danûstandinên rêgirtina li tundûtûjiya kujer bike... Îrlanda, Norwêc û Spanya plana naskirina dewleta Filistînê di nava çend rojan de ragihandin…ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

  • Dadgeha Bilind ya Iraqê gilîya hilbijartinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê red dike

    23/05/2024 Duración: 10min

    Dadgeha Bilind ya Federal ya Iraqê gilîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya derbarê pêvajoya hilbijartinê red kir. Dadgehê biryara wî ya rawestandina karên komîsyona hilbijartinê betal kir. Encûmena Dadwerî ya Hilbijartinan ya Encumena Bilind ya Dadweriya Iraqê biryar da ku di hilbijartinên bên yên Parlemana Herêma Kurdistanê de 5 kursî ji bo pêkhateyên cuda bike. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • #62 Talking about death (Med) - #62 Axaftina li ser mirinê

    23/05/2024 Duración: 10min

    Learn how to talk about a death in the family. - Fêr bibe çawa li ser mirineke di malbatê de biaxifî.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 22î Gulana 2024

    22/05/2024 Duración: 04min

    Wezîrê Pasîfîkê Pat Conroy dibêje 100 Australîyên din dê îro piştî nîvro ji New Caledonia vegerin malên xwe… Birêvebirê sereke yê Rêhewaya Singapore ji ber bûyera ku di encamê de kesek mir û 18 kes birîndar bûn lêborîn xwest... Û di futbolê de, Ange Postecoglou dibêje rêze maçên dostane divê li pêşiya Fînala Mezin ya A-League bibe sedema heyecanê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • After Raisi's death, will there be changes in Iranian policy? - Piştî mirina Raîsî di siyaseta Îranê de dê guhertin çêbibin?

    22/05/2024 Duración: 07min

    On May 20, it was announced that Iranian President Ebrahim Raisi's helicopter had crashed, killing him and the Iranian Foreign Minister. We discussed their deaths with the representative of the Kurdistan Democratic Party (Iran) in Australia, Salah Pourasad, about the position of the Kurds and the extent to which this affects Iranian politics. - Di 20ê Gulanê de hat ragihandin ku helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî ketiye û di encamê de ew û Wezîrê Derve yê Îranê mirine. Em li ser mirina wan bi nûnerê HDKI li Australya Selah Pûresed re li ser helwesta kurdan û asta ku ev yek bandorê li siyaseta Îranê dike gotûbêj kir.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 21î Gulana 2024

    21/05/2024 Duración: 05min

    Di vê bûletena nûçeyan de: Hikûmet firînên valakirinê ji bo Australîyên ku li New Caledonia asê mane piştrast dike… Serokê DYA Joe Biden Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji ber biryara girtinê ya Îsraîlê şermezar dike, û nûçyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 17î Nîsana 2024

    17/05/2024 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Senatora Keskan dibêje bersiva budceya Peter Dutton xwe dispêre 'nijadperestî'… Hêzên Firansa digêjin Kaladoniya Nû da rewşê kontro bike, ew nûçeyana û nûçeyên din do bûletena Înî de hene.

  • Tirkiye ji ber serhildanên 2014’an cezayê girtîgehê dide siyasetmedarên Kurd

    17/05/2024 Duración: 09min

    Doza ku di 2021an de destpêkirî û digel hevserokên berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, 108 kes tên dadkirin. Dozger jibo her yekî 38 caran cezayê giran yê ebedî dixwaze. Her weha di nav raportê de beşek heye ku evuqatê Selahattin Demirtaş û Doza Kobanîyê, Mehmet Emin Aktar li ser dozê zanyariyan dide. Hatice Kamer ji Amedê zanyariyên zêdetir derbarê mijarê radighîne.

  • Pros and cons of the 2024 federal budget - Erênî û neyînîyên budceya federal a 2024

    16/05/2024 Duración: 14min

    On Tuesday 14 May Australia's federal treasurer Jim Chalmers announced the nation's budget. We discuss with founder and principal of Countax Financial Group, Nader Gariban budget 2024/2025 the following points: tax cuts for every Australian taxpayer, new power bill relief, support for renters, cheaper medicines, student debt-relief and superannuation to be added to paid parental leave. - Roja Sêşemê 14 Gulanê xeznedarê Australya yê federal Jim Chalmers budceya neteweyê ragihand. Em derbarê budceyê bi damezrîner û birêvebirê Koma Aborî ya Countax Nader Xerîban re li ser van nuxteyan dipeyvin: kêmkirina bacê ji bo her bacdanê Australî, alîkariya fatûreya elektirîkê, piştgiriya ji bo kirêdaran, dermanên erzantir, deynê xwendekaran, piştgiriya mesrefê jiyanê û babetên din tên behskirin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 16î Gulana 2024

    16/05/2024 Duración: 11min

    Di bûletena îroj de: Xezînedarê opozisyonê hişyarî dide ku xewna Australiyan di xeterê de ye... Serokwezîrê Slovakya ji ber hewildaneke kuştina siyasî hat gulebarankirin lê êdî jiyana wî di ne di xetereyê de ye ... Û di sportê de, Australya wekî neteweya mezûvan ji bo Kûpa Asya ya Jinan a 2026an hate binav kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

  • Zêdebûna bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê xemeke mezin e

    16/05/2024 Duración: 08min

    Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behsa ku çawa madeyên Hoşber li Herêma Kurdistanê bi awayekî berfireh tê belavkirin û niha Herêmê ji bilî serfkaran û berhemhêneran bûye rêya hinartina madeyên hoşber û li ser nexşeya cîhanê jî wek rêyeke metirsîdar tê binavkirin. Her weha di raportê de behs li ser serjimêriya niştecihên Iraqê û Herêma Kurdistanê dibe ku dê di 29ê Mijdara 2024 de cî bigire.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 15î Gulana 2024

    15/05/2024 Duración: 04min

    Nûçeyên di vê bûletenê de: Rêberê opozîsyonê Peter Dutton dibêje budce ji enflasyonê re çareseriyên demdirêj nade… Parêzgerên refahê balê dikişînin ser kêmasiyên girîng di tedbîrên lêçûnên jiyanê de û nûçeyên din jî di bûletenê de hene.

  • Spectacular Aurora Australis lights up parts of southern Australia - Ronîyên başûrî yên balkêş beşên başûrî Australya ron dikin

    15/05/2024 Duración: 11min

    A massive solar storm has created rare and spectacular auroras around the world. Communities as far north as Queensland saw southern lights often only seen in Tasmania and people across Florida and Alabama also got a rare glimpse of northern lights. - Bahoza rojê ya mezin li seranserê cîhanê ronîyeke nadir û ecêb afirandiye. Civakên li bakurê Queensland roniyên başûr ku bi gelemperî bi tenê li Tasmania têne dîtin, û kesan li seranserê Florida û Alabama jî roniyên bakur ên ku kêm tên dîtin dîn.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 14î Gulana 2024

    14/05/2024 Duración: 05min

    David McBride, îxbarkerê ku navên ji Hêza Parastina Australya (ADF) eşkere kir, bi qasî şeş salan cezayê di girtîgehê tê mehkûm kirin… Serokê partiya Keskan Adam Bandt dilgiraniya xwe li ser biryarên budceya îşev derbarê avhewayê diyar dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 10î Nîsana 2024

    10/05/2024 Duración: 05min

    Di bûletena îro de: Hukûmet banga nêzîkatiyeke dupartî dike piştî ku Dadgeha Bilind biryareke li berjewendiya koçberiyê da… Xeznedarê federal xwe amadeyî budceya salê dike... Û di sporê de, destpêka rêwitiya agirê 11-hefte ya Olîmpiyadê di nav Franse de destpêkir, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

  • "There are three main causes of domestic violence" - "Sê sedemên sereke yên tundûtûjiya nav malê de hene"

    10/05/2024 Duración: 08min

    The problem of domestic violence has become a big issue everywhere. At this time last year, 14 women died as a result of domestic violence in Australia. By April 2024, 25 women have died due to domestic violence, which is 11 more than last year. We speak about the issue with Ms Sirwa Wahab Maref, who says that there are three main reasons, financial, cultural and not knowing about the system in a new country. - Pirsgirêka tundûtûjiya nav malê li her cihî bûye pirsgirêkek mezin. Sala borî wek vê demê li Australya 14 jin di encama tundûtûjiya navmalê de mirin. Îsal 2024 heya Nîsanê 25 jin ji ber tundûtûjiya navmalê mirine, ku 11 ji sala par zêdetirin. Em derbarê wê mijarê bi xatûn Sîrwa Wehab Maref re diaxafin ku ew dibêje sê sedemên sereke hene, aborî, kultûrî û sîstêmî.

  • Krîza azadiya çapemeniya Tirkiyê di nav erdhej û hilbijartinên neteweyî de kûrtir dibe

    10/05/2024 Duración: 11min

    Sê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya cîhanî bû ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derbarê azadiya çapemeniyê de nunerên rojnamevanan ji zexta ser rojnamevanan bi gilî ne. Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) her sal li ser rewşa azadiyê û rewşa rojnamevaniyê bi navê Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê raportekê amade dike. Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re bi hûrgilî behsa wê raportê dike.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 9î Gulana 2024

    09/05/2024 Duración: 10min

    Di nûceyên bûletena îro de: Anthony Albanese gotinên Çînê yên derbarê bûyera leşkerî ya dawiya hefteya borî ya bi helîkoptereke Australî re red dike… Nîqaşên tund li ser bandora jîngehê ya pabendbûna nû ya hukûmeta federal ji bo gazê hene, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • #61 Tackling a DIY project (Med) - #61 Çêkirina projeyeke DIY xwe-bixwe

    09/05/2024 Duración: 12min

    Learn how to talk about doing do-it-yourself (DIY) projects. - Fêr bibe ka mirov çawa li ser çêkirina projeyên xwe-bixwe (DIY) biaxife.

  • AstraZeneca COVID vaccine withdrawn worldwide - Vaksîna COVID ya AstraZeneca li seranserê cîhanê hate rakirin

    09/05/2024 Duración: 05min

    Pharmaceutical company AstraZeneca is reportedly withdrawing its COVID-19 vaccine worldwide. The vaccine was discontinued by Australia's Therapeutic Goods Authority in April 2023 after findings of adverse side effects. - Şîrketa dermansaziyê ya AstraZeneca derziya COVID-19 li saran serê cîhanê vekişand. Vaksînlêdan ji hêla Desthilatdariya Berhemên Terapî ya Australya (Therapeutic Goods Authority) ve di Nîsana 2023 de piştî dîtinên bandorên neyînî hate sekinandin.

página 1 de 26